Lînkên eksesibilîtî

Daiş Fermanê Dide Xelkê ku ji Reqqayê Derkevin


Gurûpa Daiş ferman da rûnişvanên Reqqayê ku ji bajêr derkjevin ji ber metirsiya hilweşandina bendava Tebqa ya li ser çemê Ferat, li gor çalakvanan.

Çekdaran got êrîşên esmanî yên hevpeymaniya navnetewî bendava Tebqa lawaz kirine, û asta avê li pişt bendavê bilêind dibe. Bendav derdora 40 km li rojavayê Reqqa ye.

Gurûpa çalakvan a bi navê (Reqqa di Bêdengiyê de tê Serjêkirin) got xelk ji bajêr direvin.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, îro yekşemê ragihand ku bendava di bin destê Daiş de kar nake û sedem ne diyarin.

Herdû gurûp pala xwe didin ser kesên xwecihî ku ji bo wan qaçaxiya agahiyan ji navçeyên di bin destê Daiş de dikin.

Ev raport hatin di demekê de ku opozisyona Sûrî bang li hevpeymaniya navnetewî kir ku armanckirina navçeyên sivîl li derdora bajêr rawestîne.

Hevpeymaniya niştimanî ya Sûrî di daxuyaniyekê de got ew bi xemin li dor bilindbûna ziyanên mirovî di helmeta dijî gurûpa Daiş de.

Opozisyon dibêje ew bawerin hevpeymaniya navnetewî di pişt êrîşa esmanî de ne ku roja 21 vê mehê bi kêmanî 30 kesên sivîl kuştin ku li dibistaneke derveyî Reqqayê diman.

Hevpeymaniyê got ew vekolînan di vê derbarê de dikin.

XS
SM
MD
LG