Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Xêridîn Biro: Rola Komên Folklorê Kurdî li Sûriye Pir Girîng In


Mêvanê vê xelekê ji bernama Deng û Reng hunermend Xêridîn Biro ye.

Xêridîn li gundê Gurdêmê Yûsifê Biro jidayik bû.

Ji zaroktiya xwe hînî saz û tembûr û sazê bû.

Di nav komikên folklorî de, dest bi jiyana xwe ya hunerî kir.

Komên ku Xêridîn beşdarî wan bûye:

koma Stêr, Koma Narîn, Koma Hizil, Koma Helebça, Koma Xelat.

Ji sala 2014an, Xêridîn û zarokên xwe koçberî Almaniya bû mîna hezaran ji kûrdên Sûriye ji ber şerê navxweyî.

Li Ewrupa jî Xêridîn her çalakiyên xwe berdewam kir û beşdarî şahî û çalakiyên Kurdan li Ewrupa dibe.

Ew hêvî dike ku di demên nêzîk de alboma xwe çap bike û strana kurdî bighîne nav nifşê nû ji keç û xortên kurd li Ewrupa û welêt.

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:54 0:00

XS
SM
MD
LG