Lînkên eksesibilîtî

Îraq: Êrîşên Esmanî Bidehan Çekdar li Nêzîkî Sînorê Sûriyê Kuştin


Hikûmeta Îraqê di daxuyaniyekê de dibêje firokên şer êrîşên esmanî li dijî çekdarên Daiş li derveyî Mûsilê pêkanîn û bêhtirî 100 çekdarî kuştin.

Daxuyaniya îro şemiyê dibêje êrîşan sê cihên Daiş ji xwe re kirin armanc li bajarokê Baaj li nêzîkî sînorên Sûriyê û di navbera 150 ta 200 çakdarên wan kuştin.

Ew dibêje çekdar ji aliyê Sûriyê derbasî Îraqê dibûn. Ev jî diyar dike ku Daiş hîn bi azadî sînor bikar tînin.

Daxuyaniyê negot kengî êrîş pêkhatin û berpirsan çi berferehî nedan, ji ber wilo nûçe yekser nehat piştrastkirin.

Êrîşên esmanî yên hêzên Îraqî û koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka ew çalakdarin di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de.

Di meha çelle ya îsal de desthilatdarên Îraqî rizgarkirina aliyê rojhilata Mûsilê ragihand û niha şer berdewame ji bo rizgarkirina aliyê rojava.

XS
SM
MD
LG