Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê Komek Şervanên Opozisyonê ji Bajarê Humsê Derdikevin


Tilfizyona dewleta Sûrî dibêje komek şervanên opozisyonê li gel malbatên xwe ji taxa dawî ya di bin destê serhildêran de derketin li bajarê Humsê.

Tilfizyon dibêje 350 kes bi 22 basan berê xwe dan bakurê welêt di valakirina sêyem de, ji navçeya al-Weir, di nava du hefteyan de.

Di demekê de ku di herdû valakirinên berê de şervanan û malbatên wan berê xwe dan bajarê Jerablos li ser sînorê Tirkiyê, vê carê şervanan berê xwe dan parêzgeha Idlibê ku di bin destê serhildêran de ye.

Ev valakirin pareke ji rêkeftinekê ku dê li gor wê navçeya al-Weir radestî hêzên hikûmetê be û dê çend hefteyan dirêj ke.

Çalakvanên opozisyonê rexneya rêkeftinê dikin û dibêje armanca wê ewe bêşûnûwarkirina 12 hezar rûniştvanên navçeya al-Weir, din av de jî 2,500 şervan. Hikûmet van idîayan red dike.

XS
SM
MD
LG