Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dê Îsal Berhemhênana Niftê Zêdetir Bike


Wezîrê Niftê yê Îraqê îro yekşemê got welatê wî pilan dike ku berhemhênana niftê xam ê rojane zêdetir bike bo 5 milyon bermîl berî dawiya salê, ji bo dabînkirina pêwîstiya diravî ji abûriya welêt re.

Îraqa ku niha rojane derdora 4.4 milyon bermîlin derdixe û 95% ji budceya wê ew dahata niftê ye, di kirîzeke abûrî re derbas dibe ji sala 2014an ve, dema ku nirxa niftê bi awakî tund daket.

Êrîşa Gurûpa Daiş rewş xerab kir û Îraq neçar hîşt ku beşekî mezin ji jêderên xwe terxan bike ji bo şerê dijî wan.

Di konferanseka wizeyê de li Bexda yê, wezîrtê Niftê Elî al-Luaîbî negot kîjan bîrên Îraqê wê niftê zêde dabîn bikin.

Sala borî, Îraq tevlî rêkeftinekê bû li gel OPEC û endamên din ên li derveyî OPEC, ji bo kêmkirina berhemhînana niftê bi rêjeya 1.8 milyon bermîl rojane bo şeş mehan ji bo piştgiriya nirxa cîhanî ya niftê.

Îraq di berhemhînana niftê de welatê çareme di cîhanê de. Îsal, wê 10 milyar bermîl derxistin û berhemhînana xwe ya tevahî gîhand 153.1 milyar bermîl.

XS
SM
MD
LG