Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rûsya Derdora 24 Xwepêşanderên Dijî Gendeliyê Têne Girtin


Polîsê Rûsî îro yekşemê derdora 24 xwepêşander li Moskow girtin. Ev girtin tên hefteyekê piştî girtina bêhtirî hezar kesî di xwepêşandanekê de ku ji aliyê rexnegirên serok Vladimir Putin ve hatibûn organîzekirin.

Ajansa nûçeyan a dewleta Rûsî Tass dibêje girtinên îro yekşemê bûn di demekê de ku xwepêşanderan hewl dan bê rêdan xwepêşandanan ji meydanên giştî yên Mosko ber bi Kremlên birêve bibin.

Polîs meydan Poşkîn girtibû, ku caran xwepêşandan lê dibin.

Desthilatdaran her wiha gelek malperên Internêtê berbend kirin ku wan, li gor hikûmetê, alîgiriya xwepêşandanên ne rewa yên dijî hikûmetê dikirin li meydana sor a Moskow an li derdora wê.

Xwepêşandan ji aliyê rexnegirê Kremlên Alexei Navalny ve hatibûn organîzekirin.

Navalny û bisedan xwepêşanderên din ên dijî gendeliyê ku ji serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev daxwaza bicîhîştina kar dikin, hefteya borî hatin girtin.

Ev xwepêşandan dibin salekê berî hilbijartinên serokatiya Rûsya ku Putin hewil dide bo cara çerem bibe kandîd. Navalny jî dixwaze bibe kandîd li beramber Putin.

XS
SM
MD
LG