Lînkên eksesibilîtî

Omer Îdlibî: 476 Kes di Êrîşa Kimyawî de Têne Kuştîn û Brîndar kirin


Rêkxistîye nafnetewî ya nehêlana çeke kimîyawî dibêje, goman heye balafirên hikumeta Sûrîye bajarkê Xan Şêxûn ya Îdlibêbi çeke kimîyawî bombe baran kir ko 76 kes hatîne koştîn û pitîr ji 400 kesên din brindarbûn.

Omer Idlibi

Omer Idlibi

Frensa û oposizyona Sûrî daxwaza kombûneka awarte ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî liser êrîşa Xan Şêxûn dikin, li dema endamê komela Şoreşgêrên Sûrîye Omer Îdlibî di hevpeyvinekê digel Dengê Amerîka dinêje" Civaka nafnetwî bikare helwêsteka tûnd hember êrîşa Îdlibê werbigre jiber Vito ya Rûsia."

Herwesa birêz Îdilbî got, eger hikumeta Sûrîye bi pêkanina êrîşên kimîyawî dixwaze Îdlibê weko Helebê kontrol bike, eve şaştî ye şoreşgêr û xelkê Îdlibê ji van êrîşan bihêz tire.

XS
SM
MD
LG