Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Teqîna Petersburg, Êrîşa Xan Şêxûn û Rola Rûsya li Sûriyê


Kadar Pîrê û Qado Şêrîn
Kadar Pîrê û Qado Şêrîn

Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro sêşemê got axaftina, ku teqîna Metro ya San Petersburg ew renge tolvedan be ji kiryarên Rûsya re li Sûriyê, bê wate ye.

Desthilatdarên Rûsî got êrîşkerê teqîna xwekujî, ya ku di encamê de 14 kesan jiyana xwe jidest da, girêdana wî bi misilmanên radîkal hebû.

Li Sûriyê û piştî rojekê ji vê êrîşê çalakvanên opozisyona Sûrî ragihandin ku êrîşeke kîmawî li bajarê Xan Şêxûn bû û di encamê de 58 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Firensa îro sêşemê banga kombûneke awarte ya civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî kir li dor vê êrîşê.

Wezîrê derve yê Firensa Jan Mark Êro êrîş wek êrîşeke hovane anî ziman.

Gelo çi name di paş van herdû êrîşan de hene û kîne aliyên ku sûdê ji êrîşên wiha werdigrin?

Destêwerdana Rûsya li Sûriyê û piştgiriya wan bo rêjîma Esed çiqas bandora xwe li ser rewşa navxweyî ya Sûriyê heye?

Çi girêdan heye di navbera êrîşa Petersburg û ya xan Şêxûn?

Bernameya Hest û Helwest van pirsan û hin pirsên din di vê derbarê de şîrove dike bi beşdarbûna du mîvanan:

Rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor ku li Firensa dimîne û nivîskar Qado Şêrîn ku li Holenda dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:02 0:00

XS
SM
MD
LG