Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mevlut Cavusoglu: Êrîşa Amerîka Li Sûriyê Baş E, Lê Ne Bes E


Wezîrê derve yê Tirkiyê got Anqera destêwerdana Amerîka li Sûriyê tiştekî başe dibîne lê ne bese.

Mevlut Cavusoglu îro şemiyê di axaftina xwe ya li Antalya de got eger destêwerdana Amerîka tenê sînorkirî be bi êrîşeke esmanî li ser firokxaneyekê, wê demê dibe destêwerdaneke şeklî ta ku serok Beşar Esed ji ser desthilatê biçe.

Cavusoglu, ku welatê wî piştgiriyeke bihêz dide opozisyona Sûrî, got proseya herî durist ewe çareseriyeke siyasî ku rê veke ji bo hikûmeteke veguhêz, ji aliyê hemî xelkê Sûriyê ve bête pejirandin û di demeke nêzîk de.

û ji bo vê yekê, Cavusoglu got,” Ev Esed ê zordar divê biçe.”

Cavusoglu got piştî hikûmeta veguhêz bête duristkirin, wê pişt re hilbijartin bibin ku xelkê Sûriyê li hindir û li derve wê tevlî piroseya dengdanê bin.

XS
SM
MD
LG