Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Banga Vekolînan Dike li Dor Êrîşa Kîmawî li Sûriyê


Serokê Îranê Hesen Rûhanî
Serokê Îranê Hesen Rûhanî

Serokê Îranê Hesen Rûhanî banga duristkirina komîtekê vekolînan dike li dor êrîşa Kîmawî ya li bakurê Sûriyê ku di encamê de bi kêmanî 87 kes hatin kuştin.

Daxuyaniya Rûhanî ku tilfizyona dewletê belavkir dibêje divê Amerîka serkirdayetiya komîtê neke û divê ew komîteke bêalî be.

Rûhanî got:

“welatên bêalî divê bên û binirxînin ka çekên kîmawî ji ku hatin avêtin.”

Îran alîgireke bihêze bo sereokê Sûriyê Beşar Esed. Esed dibêje hêzên wî çekên kîmawî qet bikar neanîne.

XS
SM
MD
LG