Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê Derve yê Birêtanya Serdaneke Pilankirî bo Rûsya Pûç Dike


Boris Johnson

Wezîrê derve yê birêtanya Boris Johnson serdaneke xwe ya pilankirî bo Rûsya pûç kir ji ber rûdanên lezok ên li Sûriyê.

Johnson îro şemiyê got rewş li Sûriyê bi awakî bingehîn hat guhertin piştî êrîşa kîmawî li dijî sivîlan û her wiha piştî êrîşa Amerîkî li ser wir.

Johson bervaniya berdewam a Rûsya bo rêjîma Sûrî şermezar kir. Piştgiriya ku dibe heta piştî êrîşa kîmawî li ser xelkê bêguneh, li gor wezîrê Birêtanî.

Wî pilan kiribû roja duşemê serdana Rûsya bike bi armanca destpêkirina diyalogeke nû li gel hikûmeta Rûsî.

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson pilan dike hefteya bê li gel wezîrên G-7 li Ewrupa kom bibe berî biçe Mosko. Johson dibêje Tilleson wê karibe peyameke zelal û rêkûpêk bigihîne Rûsan.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG