Hunermendê şêwekar Seîd Ismaîl di hevpeyvîna xwe de bi bernama Deng û Reng, beşek ji jiyana xwe zelal kir û herwiha jî nirxê giranbuha yê hunerê di jiyan wî de û rola çand û hunerê di rewşa kurdî de.
Hunermend Seîd Ismaîl di sala 1972'an de li bajarê Kerkûkê jidayik bûye.
li bajarê Sulêmaniyê xewndina hunera ciwan tewa kiriye, paşîn li Bexdaya paytext xwendina bilind ya hunerê xwendiye.
Hunermend Seîd bi şêweyekî cêwaz karîbû bandora mamostayên mezin di hunera cîhanî de wergerîne zimanekî taybet bi hunera xwe, ku tê de hestên kurdî û rengên buharî tîne ziman.
Seîd Ismaîl beşdarî li nêzî 90 pêşangehan bûye, ku ji nav wan 7 yên taybetin.
Herwiha jî 3 xelatên girîng li herêam Kurdistanê wergirtiye ji ber xebatên xwe yên hunerî ve.
Seîd li bajarê Sukêmaniyê dijî, tevî xwenê xwe, rengên xwe û hêviya ku bi hunera xwe bengehên şaristanî û zanistiya hunerî li Kurdistanê ava bike.