Hemwelatiyên Tirkiyê Roja yêkşemê diçin ser sindoqan ku biryara dawî ya referandumê bidin.
Eger ev referandum ji bo AKP'ê serfirazî derbas be, wê demê qanûna bingehîn wê bê guhertin û sîstema serokatiyê wê ava be.
Partiyen siyasî jî çalakiyên xwe didomînin ku yek ji van HDP'ê ye. Lê, hîn 11 parlemanterên wan di girtigehê de ne û li gor aligirên HDP'ê taybetî girtina Selehattîn Demîrtaş bandoreke ne baş li ser çalakiyên wan dike.
Parlemanterê berê yê HDP'ê Nazmî Gur dibêje ku astengên gelek mezin hene û ew nikarin bi awayekî azad çalakiyên xwe birêve bibin.
Jibo guhdarkirina hevpeyvînê faylê deng vekin.