Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Daiş Gaza Kulorîn li Rojavayê Mûsilê Bikaraniye


Karbisetekî leşkerên Îraqê dibêje çekdarên Daiş bi gazên jehrîn êrîş kirine ser navçeyên ku nû hatine rizgarkirin li aliyê rojavayê bajarê Mûsilê.

Karbidestê hêzên dijî terorê îro şemiyê ragihand ku êrîş şeva borî li taxa El-Ebar rûda. Daiş moşekeke gaza kulorîn avêt.

Wî got heft serbaz rastî dijwariyên bêhnkişandinê bûn û li bingeheke tenduristî ye nêzîk hatin dermankirin.

Ajansa nûçeyan Associated Press dibêje wî karbidestî di axavtina xwe de nexwest navê xwe aşkere bike.

Hêzên Îraqî bi piştgiriya Hêzên Amerîka şerê dijî Daiş li aliyê rojavayê Mûsilê dikin. Karbidestên Îraqî dibêjin wan bêhtirî nîvê rojavayê Mûsilê kontrol kirine.

XS
SM
MD
LG