Lînkên eksesibilîtî

Parlemanterên CHP: Di Referandumê De “Na” Derkeve Wê Demokrasî Bi Serkeve


Bariş Yarkadaş û Sezgîn Tanrikulu

Tirkîye sibê diçe ser sindoqan û ji bo guhertina 18 xalên qanûna bingehîn dengê xwe bikar tîne

Herwiha destûrnameya guhertina 18 xalên qanûna bingehîn bi xwe re li Tirkîyê gelek nîqaş derxistibûn hole.

Parlemanterên CHP’ê yên Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û Bariş Yarkadaş ji Dengê Amerîka re nêrînên xwe gotin.

Tanrikulu dîyar kir ku şertên meşandina kempeyna partîyên sîyasî ne wek hev bûn û di vî warî de mafê gel hatiye binpêkirin.

Wî got:

”Tirkîye, di demeke wiha de ku tê de azadiya çapemeniyê tê binpêkirin de ber bi referandumê diçe, û mixabin şertên herdu kempeynan ne wekhev in. Hikûmet hêza devletê ji bo berjevendiya xwe bikartîne, zextê li çapemeniyê dike. ku “erê” derkeve Tirkiye wê ji demokrasiye dûrkeve û wê derbasî rejîma otokrasîyê be.”

Bariş Yarkadaş ku parlementerê CHP’ê yê Stenbolê ye dibêje:

“Zexta hikûmetê li ser wan kesên ku wê bêjin ‘Na’ zêde bû. Yên ku wê bêjin ‘Na’ ji aliye hikûmetê ve bi gotinên wekî xayîn, terorîst û şeytan hedef tên nişandan. Bêedaletî ne tenê di vê derê de ye. Bîst û pênc kenalên TV û TRT jî tê de, bi tenê dengê kempanyaya ‘Erê’ radigîhînin. Ji xeynê du kenalên TV, Tirkiye dengê kampanyaya ‘Na’ nabihîse.”

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG