Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tilfizyona Sûrî: Li Helebê Bidehan Kes di Teqînekê de Têne Kuştin


Tilfizyona Sûrî got bi kêmanî 39 kes îro şemiyê hatin kuştin di teqînekê de li nêzîkî basên ku xelkê ji navçeyên dorpêçkirî yên alîgirên hikûmetê derdixin.

Teqîn bi otombêleke bumbekirî pêkhat, li gor tilfizyona Sûrî û çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku got jimara kuştiyan 24 kesin û renge jimar bilindtir bibe.

Di hin girteyên vîdyo de, ku tilfizyonê belav kirin, termên li ber basan dirêjkirî diyar bûn û tiştên wan ên kesayetî bi pencereyên basan ve daliqandî bûn.

Tilfizyon dibêje otombêla bumbekirî ya alîkariyên xwarinê bû lê peyvdarekî serhildêran got otombêl li navçeyê hatibû rawestan û bicîhîştin.

Teqîn li navçeya Raşîdîn a derveyê Helebê bû ku di bin destê opozisyonê de ye.

Bas li wir derdora 5 hezar kes ji gundên Fûaa û Kifreya vediguhêzin, li gel bêhtirî 2 hezar kes ji bajarokê Medaya ku ji aliyê hêzên hikûmetê ve dorpêçkiriye li nêzîkî sînorê Libnanê.

XS
SM
MD
LG