Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pence Dest bi Serdanekê Dike bo Herêma Asya Pasifîk


Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence dest bi geştekê kir bo herêma Asya Pasifîk ku dê sibe yekşemê serdana Kûrya Başûr bike di demekê de girjî bilind dibin li nîvgirava Kûrî.

Pence îro şemiyê ji Waşinton derket di çarçoweya geşteke 10 rojan de bo çar welatan û dê her wiha li Japon, Indonîsya, Ostralya û Hawayî raweste.

Ev serdana fermî ya yekem a cîgirê serok e bo wê herêmê, cihê ku dê lê kom bibe li gel serkirdeyan ji bo guftûgokirina pirsgirêkên bazirganî, abûrî û ewlekariyê, di nav de jî kiryarên dijminahî yên Kûrya Bakur.

Peyvdarê cîgirê serok Marc Lotter ji Dengê Amerîka re got ev geşt dê piştgiriya rêbaza rêveberiyê bike di “danîna nirxên bilind ên hevalbendî û hevkariya herêma Asya Pasifîk de.”

Serdana Pence bo Kûrya Başûr tê berî kêmî du hefteyan ji berdana Pyongyang a mûşekeke balistî ku bû cihê huşdariyê li nik serokê Amerîka Donald Trump.

XS
SM
MD
LG