Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aydar: Refernadum ji Destpêkê Heta Dawiyê di Çarçova Bê Hiqûqî de Pêk Hat


Zubeyir Aydar endamê Konseya serokatiya KCK'ê
Zubeyir Aydar endamê Konseya serokatiya KCK'ê

Dengê Amerîka derbarê Rêferanduma li Tirkiyê hevpeyvînek li gel Zubeyir Aydar endamê konseya birêvebir ya KCK'ê encam da.

Aydar nerînên xwe derbarê encamên Rêferandumê anîn ziman û got, "ji destpêkê heta dawiyê rêferandumek bê hiqûqî li Tirkiyê pêkhatiye, Erdogan û partiya Wî û hevalbendên wî hemû îmkanên dewletê ji pere, leşker, polîs û hemû îmkan bikar anîn, da ku encaman ji vê rêfernadumê bigire".

Ayadar dîsan dibêje li Kurdistanê her tişt hat qedexekirin, rewşa awarte lis eranserî welêt heye, her hemû tişt bikar anîn û dîsan demên dawiyê yên dengdanê sextekarî hatin kirin, formên dengdanê yên bê muhir, hatin erêkirin, ev bi komîta hilbijartinan re, da qebûlkirin, lê dîsan encam li gûr kêfa wan pêk nehatin.

Di beşekî axiftinên xwe de Aydar dibêje, siyastemdarên Kurd, serok û hevserokên HDP, berpirsên bingehên û şaxên HDP, serok û hevserokên şaredarî û saziyên Kurdan berîya rêferandumê her hemû xistin di girtîgehan de.

Hevpeyvîn li gel Zubeyir Aydar
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:59 0:00

XS
SM
MD
LG