Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Libnanî Çekdarekî Daiş di Operasyonekê de Dikuje


Artêşa Libananî dibêje wan mîlîtanekî Daiş ê Sûriyê di operasyonekê de li rojhilata welêt kuşt.

Artêşê di daxuyaniyekê de îro şemiyê got mîlîtan hate kuştin di dema operasyonekê de ji bo girtina kesên ku bi awakî ne rewa ji Sûriyê derbasî Libnan dibin.

Ew dibêje mîlîtanê kuştî yê bi navê Hesen el-Milês ew ji aliyê desthilatdaran ve dihate xwestin li dor rola wî ya di êrîşa ser cihên artêşa Libnanî di operasyonên ser sînor de, di nav de jî revandina serbazên Libnanî di sala 2014an de li bajarê Irsal. Neh ji wan hîn girtî ne.

Artêşa Libnanî şerê Daiş û çekdarên girêdayî el-Qaîde dike li dirêjiya sînorê Libnan bi Sûriyê re, cihê ku çekdar, di şeş salên şerê navxweyî de, lê geş bûne.

Artêş dibêje di operasyonê de her wiha 10 mîlîtanên din hatin girtin.

XS
SM
MD
LG