Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê Nexweşxaneyek Dibe Armanca Êrîşeke Rokêtan


Çalakvanên opozisyona Sûrî îro şemiyê got êrîşeke rokêtan navendeke tenduristî ya bin erdê li bakurê welêt kir armanc, jimarek karmendên wê kuştin û navend ji kar xist.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye ragihand ku êrîşa esmanî ziyaneke mezin gihand navenda tenduristî li gundê Abdîn ê parêzgeha Idlibê. Gurûpa medya “Heleba Îro” , ku çalakvan birêve dibin, her wiha êrîşa esmanî ragihand.

Lê piştre çavdêriyê got diyare hin rokêt ji erdê jî hatibûn avêtin û li navendê xistibû berî êrîşên esmanî.

Rêxistinên tenduristî yên xêrxwazî yên navnetewî dibêjin hêzên hikûmeta Sûriyê nexweşxane, navendên dermankirinê û otombêlên Ambelansê li navçeyên bin destê opozisyonê dikin armanc.

Da xwe ji êrîşan biparêzin, gelek navendên tenduristî yên navçeyên opoziyonê karê xwe li bin erdê birêve dibin.

XS
SM
MD
LG