Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qonaxa Yekem a Hilbijartinên Frensa Birêve Diçe


Bingehên dengdanê li seranserî Frensa hatin vekirin di qonaxa yekem a hilbijartina serokatiyê ku yeke ji hilbijartinên herî nêzîk tên şopandin di dehsalan de, li gel 11 kandîdan, ji rastê tund ta çepê tund ên hewil didin posta serokatiyê wergirin.

Pîvanên ewlekariyê tundin piştî êrîşa terorîst a Parîsê berî çend rojan ji hilbijartinên ku têde kandîda netewperest a dijî Îslamê Marine Le Pen di rêzên pêşîn de ye.

50 hezar polîs li gel 7 hezar serbaz, di nav de jî hêzên taybet hatin belavkirin li kolanan wek beşek ji pîvanên ewlekariyê piştî êrşîa cadeya Şanzîlîzê ya nava Paraîsê ku di encamê de polîsek hat kuştin û hinekên din birîndar bûn. Daiş berpirsiyariya Êrîşê ragihand.

Ev yekem hilbijartine di rewşeke awarte de birêve diçe piştî êrîşa Parîsê ya sala 2015an û çavdêr dibêjin êrîşa hefteya borî hîşt xelkê ku nedixwestin beşdarî hilbijartinan bin îro dengên xwe bidin.

Serokê Amerîka Donald Trump di twîtekê de roja piştî êrîşa Şanzîlîzê got:

“Dê êdî bêhtirî wiha bi serê xelkê Frensa de neyê. Dê bandoreke mezin li hilbijartina serokatiyê hebe.“

Hin çavdêr û dengdar dibêjin ev hilbijartin ên herî ku pêşbîniya encamên wan nabe ji dema şerê cîhanî yê duyem ve. Sêyek ji dengdaran berî çend rojan hîn bê biryar bûn.

Du kandîdên herî li pêş di hilbijartinên îro de dê roja 7 meha bê yek ji wan bête hilbijartin ji bo serokatiya Frensa.

XS
SM
MD
LG