Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kandîdekî Îranê: Rêkeftina Navokî di Rakirina Cezayan de Têkçû


Mistefa Mîrsalim
Mistefa Mîrsalim

Kandîdekî serokatiya Îranê îro yekşemê got rêkeftina navokî ya sala 2015an li gel hêzên mezin ên cîhanê di rakirina cezayan û pêşxistina abûriya Îranê de têkçû.

Mistefa Mîrsalim ê parêzyar di konferanseke rojnamevanî de got pêwendiya serok Hesen Rûhanî ya li gel rojava têkçû.

Wî got:

“Ceza hîn lidarin û girantir jî bûne. “

Li gor rêkeftina navokî, cezayên navnetewî ji ser Îranê hatin rakirin li beramber sînorkirina petandina Uranyomê ji aliyê Îranê ve, lê cezayên Amerîka yên girêdayî programa Îranê ya mûşekên balistî ew zêdetir bûne.

Mîrsalim got eger bête hilbijartin ewê pêgirbe bi rêkeftina navokî. Lê wî got rêveberiya serokê Amerîka Donald Trump berê rêkeftin hilweşandiye, bêyî ku berferehiyan ragihîne.

Hefteya borî, wezareta derve ya Amerîka got Îran pêgire bi rêkeftina navokî, lê Trump, ku rexnegirê Rêkeftinê ye, got Tehranê zêdegavî di naveroka Rêkeftinê de kiriye û Amerîka renge xwe jê bikşîne.

Rûhanî di rêza pêşîn a hilbijartinên meha bê de ye, û dê pênc kandîdên din li beramber wî hebin.

XS
SM
MD
LG