Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Gaveke Din Ber bi Avakirina Dîwarê li Gel Meksîk Davêje


Serokê Amerîka Donald Trump îro yekşemê gaveke nû avet ber bi avakirina dîwarekî di navbera Amerîka û Meksîk de ji bo nehêştina koçberiya ne rewa, li gel dabînkirina darayî ya ku di serê guftûgoyên koşka sipî de ye li qanûndaneran ji bo rêgirtina li rawestana hin beşên hikûmetê dawiya vê heftê.

Trump piştgiriyeke darayî ya seretayî dixwaze ji bo avakirina dîwar, sozeke serke ya helmeta wî ya hilbijartinan, ku di nav budceya xerckirina hikûmetê de be ta dawiya meha 9an.

Lê demukratên opozisyonê bi tundî li dijî avakirina dîwar in.

Hikûmeta Amerîka, roja înê nîvê şevê bê piştgiriya darayî dimîne, û ji kongrês , a di bin kontrola Komariyan de, û kêmkateya Demukdar re, tenê çend roj dimînin ku li gel koşka sipî bigihin lihevkirinekê di vê derabrê de.

Trump di twîteke xwe de got:

"Demukrat naxwazin pere ji budceyê biçin avakirina dîwar, li gel rastiya ku wê ev dîwar rê li madeyên hişbir û endamên çeteyan bigre."

Di nîşaneke din de Trump got:

“Dawiyê, lê demeke din ku em karibin zû dest pê bikin, Meksîk dê pereyan bi rengekî ji rengan bide ji bo dîwarê pêwîst.“ Ev axaftina ku gelek serkiordeyên Meksîk gotin dê qet nebe.

XS
SM
MD
LG