Lînkên eksesibilîtî

Hest û Helwest: Şerê Gurûpên Terorîst li Bakurê Sûriyê


Hisên Omer û Zekeriya Huserî

Çavdêr li bakurê Sûriyê radighînin ku şerên giran di navbera çekdarên Daiş û Hêzên Sûriya Demukrat (HSD) ku piştgiriya Amerîka werdigrin de dibin li derdora parêzgeha Reqqa yê.

Şer niha bêhtir li bajarê Tebqayê dibe ku li gor çavdêran ew bingeha dawî ya Daiş a berevaniyê ye ji bo parastina Reqqa.

Ji bo vegerandina êrîşan di çarçoweya operasyona HSDê de, çekdarên Daiş êrîşên xwekujî pêktînin û hin ziyan di van demên dawî de gihandin HSDê.

Ev şer û êrîş dibin di demekê de ku serkirdeyê al-Qaîde Eymen el-Zewahirî bang li alîgirên xwe kir ku hêzên xwe bikin yek li Sûriyê û tektîka şerê xwe biguhêrin bo şerê gerîlla.

Şaxê el-Qaîde li Sûriyê ku bi awakî fermî bi navê eniya Fetih el-Şam tê nasîn, ew di van mehên dawî de rastî êrîşên esmanî yên Amerîka dibe û gelek serkirdeyên wê hatin kuştin.

Gelo ev gurûpên terorîst dikarin çi ziyanên bêhtir bigihînin derdorê û hêza wan ta çi radeyê heye ku pilanên nû yên şer deynin?

Gelo pêşbîniya wê yekê dibe ku ev herdû gurûpên çalakdar Daiş û Fetih el-Şam li hin cihan bigihin hev û hevalbendiyekê durust bikin?

Metirsiya wan li herêmên Kurdî çiye piştî banga Eymen el Zewahirî?

Bernameya Hest û Hewest van pirsan û li gel du mîvanan şîrove dike:

Lêkolîner Zekeriya Huserî ku li herêma Kurdistana Îrqaê dimîne û Hisên Omer şîrovekarê siyasî ku ji Broksilê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

XS
SM
MD
LG