Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Gefa Êrîşên Bêhtir Dide Ser Hêzên Kurdên Sûriyê


Serokê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan îro yekşemê got welatê wî renge kiryarên bêhtir pêk bîne li dijî çekdarên Kurd li Îraq û Sûriyê, û rijde ku Amerîka piştgiriya gurûpeke wiha “Êdî bi dawî bîne.“

Tevgera hêzên Amerîkî û erebeyên leşkerî li gelek bajarên Kurdên Sûriyê roja în û şemiyê wek pêşankirina hêzên hat bi mebesta nehîştina êrîşan di navbera Tirkiyê û hêzên Kurdî de.

Desthilatdarên Kurdên Sûriyê tevgera hêzên Amerîkî wek”bendekê “ di navbera wan û Tirkiyê de anîn ziman.

Erdogan got:

“Em dê neçar bin êrîşên xwe berdewamkin, em dê roj û dema hatina xwe nebêjin. Lê ew dê zanibin ku leşkerên Tirkiyê dikarin bên.”

Wî got ew dê vê babetê li gel serokê Amerîka Donald Trump guftûgo bike di kombûna xwe ya li gel wî de meha bê.

XS
SM
MD
LG