Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Dê Biryareke Mezin li Dor Rêkeftina Parîs a Keşûhewayê bê Standin


Serokê Amerîka Donald Trump soza “biryareke mezin" da li dor rêkeftina Parîs a keşûhewayê di van du hefteyên bê de.

Ew doh şemiyê axivî, li wîlayeta Pênsilvênya, di kombûneka alîgirên wî de ku bi silogana "USA! USA! USA!" bixêhatina wî kirin.

Di dema axaftina serok de, xwepêşanderek hate rawestan û ji nav amadebûyan hat derxistin. Serok got” wî ji vir derxin" û alîgirên wî careke din silogan gotin.

Serok razîbûna xwe anî ziman li dor amadenebûna li şevbuhêrka peyamnêrên Koşka Sipî ku di heman roja wî ya 100î de bû wek serok.

Serok got:

"Em sozên xwe yek bi yek bicîh tînin û bi rastî xelk gelekî kêfxweşe, ew dibîne çi dibe."

Trump di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Da em têbigihin me çi pêşketinên dîrokî qezenc kirine, divê em bi rastî biaxivin li dor rewşa bêserûber a ku rêveberiya berê ji me re hîştî.”

Trump her wiha dupat kir li ser pêgiriya xwe bi avakirina dîwarekî di navbera Amerîka û Meksîk de, ku cihê nakokiyane di navbera rêveberiya Trump û demukratan.

XS
SM
MD
LG