Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Pentagon Behsa Rêkeftina Çar Navçeyên Aram li Sûriyê û Şerê Daiş Dike


Adrian Rankine-Galloway
Adrian Rankine-Galloway

Rêkeftina di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de ji bo damezrandina çar navçeyên aram li bakur, navend û başûrê Sûriyê, hin hêviyan derdixe holê ji bo parastina xelkê sivîl û vegera wan.

Di hevdîtinekê de li gel kenala El-Hurra, peyvdarê Pentagon Adrian Rankine-Galloway ronî da ser helwesta Amerîka di vê derbarê de û got:

“Amerîka ne beşdarbû di van axaftinan de û ew ne beşeke ji vê rêkeftinê, lê tiştê ez dikarim bejim ewe ku Amerîka bixêrhatina her hewleke navnetewî dike ji bo kêmkirina tundutijiyê li Sûriyê, gihîştina xelkê sivîl ku pêwîstî bi alîkariyan heye, û her wiha çareseriyeke siyasî ji bo şerê berdewam li wir.“

Di derbarê şerê dijî gurûpa terorîst Daiş de Rankine-Galloway got:

“ Ez dixwazim balê bidim ser wê yekê ku dê çi cihên aram ji Daiş re nebin. Operasyonên me yên li gel hevparên me li ser erdê ji bo têkbirina “ xîlafeta“ Daiş li Îraq û Sûriyê dê berdewam bin.“

Peyvdarê Pentagon bal kişand ser pêşketinên berbiçav ên hêzên Îraqî li aliyê rojavayê Mûsilê, û her wiha kontrolkirina Hêzên Sûriya Demukrat bo navçeyên girîng ên bakurê Reqqayê û bi taybetî bajarê Tebqa.

Li dor berxwedana tund a çekdarên Daiş Rankine-Galloway got:

“Wan( çekdarên Daiş) bi salane hêza xwe berhev kirine û em bi berdewamî rastî berxwedana wan tên, ji erebeyên bumbekirî de bigir ta tunel û alavên din. Lê Hêzên Sûriya Demukrat, li gel êrîş esmanî û rawejkarên koalisyonê, berdewam in di derxistina Daiş de ji Tebqqayê û ez piştrastim ku ew tenê kêşeya demê ye.“

Di bersiva pirsiyarekê de li dor Tirkiyê Rankine-Galloway got:

“Tirkiyê Hevalbenda me ya nêzîkî 50 salî ye û hevalbendiya me dê berdewam be.“

XS
SM
MD
LG