Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzgehên Sûrî yên ku Pêşbîne Bibin Beşek ji Rêkeftinê Aram in


Çalakvanên opozisyona Sûrî û medya dewletê îro şemiyê got li gel hin pevçûnên belawela, aramî bi awakî berbiçav li gelek aliyên Sûriyê hate dîtin piştî ku rêkeftina damezrandina navçeyên aram li piraniya herêmên di bin destê opozisyonê de derbasî qonaxa cîbecîkirinê bû.

Çi raportên raserast li dor tundutijiyê nehatin ragihandin piştî ku pilana Rûsya, Îran û Tirkiyê ya navçeyên aram birêve çû roja înê nîvê şevê.

Damezrandina navçeyên aram ew hewla navnetewî ya dawî ye ji bo kêmkirina tundutijiyê li Sûriyê ku di nava şeş salan de 400 hezar kes kuşt.

Amerîka ne beşeke ji rekeftinê û beşekî opozisyonê ew îmze nekirine. Opozisyona çekdar rexneyan li pêşniyarê dikin û dibêjin ew ne rewa ye.

Di çend hefteyên bê de dê kar li ser berferehiyên pilanê bibe.

Çalakvan dibêjin çi rûdanên teqîn û kuştinê li parêzgehên Hums, Hema û Deraa yê nebûn, cihên ku pêşbîne bibin beşek ji navçeyên aram.

Hîn ne diyare dê çawa agirbest an navçeyên aram bêne sepandin li herêmên ku dê piştî mehekê di nexşeyan de biryar li dor wan bêne standin.

Berpirsên Rûsî dibêjin bi kêmanî mehek divê ta berferehiyên damezrandina navçeyên aram bêne erêkirin.

Hikûmeta Sûriyê dibêje herçendî ew dê pêgirbe bi rêkeftinê, lê dê berdewam be di şerê “terorîzmê” de li her cihekî Sûriyê.

Hikûmeta Sûrî her gurûpeka ku şerê wê dike terorîst dibîne.

XS
SM
MD
LG