Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qonaxa Duyem û Dawî Ya Hilbijartinên Serokatiya Frensa Birêve Diçe


Ji serê sibehê ve, li seranser Frensa dengdar berê xwe didin sendûqên dengdanê ji bo qonaxa duyem a hilbijartinên serokatiyê ku têde rikberî di navbera du kandîdan de ye; rastrewa populist Marine Le Pen û Emmanuel Macron ê serbixwe.

Wezareta navxweyî ya Frensa dibêje ta vê gavê piroseya dengdanê hinekî lawaztire ji ya sala 2012an.

Wezaretê got ta nîva rojê rêjeya 28.23 ji kesên ku mafê dengdanê heye dengê xwe dan, li beramber 30.66 yên di nîva rojê de deng dayî, pênc salan berê.

Kandîdê serbixwe Emmanuel Macron pêşbîn bû ku di van hilbijartina li pêş be, lê hin şîrovekar bawerin Marine Le Pen dê sûdê ji kêmbûna dengdêran wergire, ku diyare alîgirên wê bêhtir pêgirin û renge bêhtir beşdar bin.

Sendûqên dawî yên dengdanê demjimêr 8 êvarê bi dema Frensa tê girtin.

XS
SM
MD
LG