Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de li Kerkûkê Daiş Du Pêşmergeyan Dikuje


Kurdish Peshmerge Security Forces
Kurdish Peshmerge Security Forces

Çekdarên gurûpa dewleta Îslamî Daiş îro yekşemê êrîşek birin ser bingeheke hêzên pêşmerge li Kerkûkê û di encamê de du pêşmerge hatin kuştin berî ku koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka bi pêlek êrîşên esmanî êrîşê vegerîne, li gor berpirsan.

Lîwai Hîwa Reş ji ajansa Associated Press re got du êrîşkeran xwe li dergeha bingehê teqand in û li gel wan du pêşmergeyênkuştî sê pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Daiş berpirsiyariya êrîşê ragihand.

Peyvdarê koalisyonê kolonêl John Dorrian, got hêzên koalisyonê bi awakî berdewam ne li wir in lê ew li navçeyê bûn dema êrîş qewimî.

Wî got:

“ji bo têkbirina êrîşê daxwaza alîkariyê ji me bû û jimarek balafir êrîşa dijmin vegerand.“

XS
SM
MD
LG