Reuters’ê ji zarê karbidestekî payabilind yê Amerîkî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û Wezîrê Karên Derve yên Rûsya Sergei Lavrov dê îro Çarşemê li Qesra Sipî bicivin.
Ji serokbûna Trump vir ve ewê hevdîtina asta herî bilind ya Amerîka û Rûsya be.
Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere bibe dîyar kir ku ewê di hevdîtinê de peywendîyên Amerîka û Rûsya, Sûrîye û mijarên din yên cîhanî werin axaftin.
Piştî êrîşa Amerîka ya bingeheke esmanî ya Artêşa Sûrîyê peywendîya Washington û Moskowê xerab bûbû ku Rûsya hevalbendê Serokê Sûrîyê Beşar Esad e.