Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson: Dibe ku Yekîtiya Ewrupî Qerzdara Birêtanya be


Wezîrê derve yê Birêtanya dibêje dibe ku pêwîst be Broksel qerzdara Birêtanya be bo derketina wê ji Yekîtiya ewrupî, ne Birêtanya qerzdar be.

Boris Johnson dibêje behra Birêtanya di jêderên darayî yên Yekîtiya Ewrupî de nirxdar in ta radeyekê ku renge dawiya dawî pêwîst be Ewrupa bibe qerzdara Birêtanya dema ku welatê wî ji Yekîtiyê derkeve.

Johson li gel rojnameya Telegraf axivî.

Berpirsên Yekîtiya Ewrupî rijd in ku Birêtanya bêgiriyên xwe yên darayî pêk bîne ji bo derketina ji gurûpê, fatûreke ku bêhtirî 100 milyar yoro tê ragihandin.

Johnson, berpirsên Ewrupî tawanbar dike bi hewildana têkbirina darayî ya welatê wî.

Wî guftûgoyên Broksel bi “teknîkên bêrehm ên guftûgoyan” binav kir û got” ew dê bi awakî gemarî bilîzin.

Wî got Birêtanya dikare bi hêsanî dûrkeve, û dupat kir ku ji bo welatê wî nebûna çi rêkeftinan baştir e ji rêkeftineke xerab.

XS
SM
MD
LG