Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş Balafireke Helîkopter li Mûsilê Dixîne


Komandariya operasyonên hevbeş ên Îraqî îro şemiyê ragihand ku çekdarên Daiş piştî êrîşekê li aliyê rojavayê Mûsilê balafireka helîkopter xist.

Peyvdarê komandariyê general Yehya Resûl di daxuyaniyekê de got balafir hate daxistin di demekê de ku piştgiriya hêzên mîlîtanên Şîiî dikir di operasyona rizgarkirina gundên ku hîn di bin destê Daiş de ne li aliyê rojavayê Mûsilê.

Wî got jêdera êrîşê gullebarana ji erdê bû, firokvan bê ziyan daket û çi kuştî nebûn.

Hêzên mîlîtanên Şîiî ku piştgiriya hikûmetê werdigrin û bi navê hêzên Heşd el-Şeibî tên nasîn, roja înê dest bi operasyonekê kir ji bo rizgarkirina gundekî li başûrê Şengalê.

Koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka, piştgiriya esmanî dabîn nake ji bo hêzên Heşd el-Şeibî.

Cara dawî ya ku tê de helîkoptereka Îraqî hatibû daxistin, ew di meha Nîsanê de bû, û di encamê de herdû firokvan mirin.

Li gel piştgiriya esmanî ya koalisyonê, hêzên esmanî yên Îraqê û firokên leşkerî operasyonên esmanî bi awakî berdewam birêve dibin ji bo piştgiriya polîs û yekîneyên taybet ên ku şerê Daiş dikin.

XS
SM
MD
LG