Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Berdana Mûşeka Korya Bakur Şermezar Dike


Îro yekşemê Korya bakur moşekeka balistî berda li ser bilindiyeka ne normal ku diyar dike renge ev rokêta nû ya li ser du qonaxan karibe bêhtirî 4500 kîlometir bifire.

Têsta mûşekê, li gor koşka sipî, pêwîste bibe ”bangek bo hemî welatan ku cezayên bihêztir li ser Korya Bakur bisepîn in.“

Demekê berê îro Japon û Korya Başûr, bi lez kiryara Korya Bakur şermezar kir, û wek gefeke mezin bo herêmê û zêdegavî li biryara Neteweyên Yekgirî li dor programên leşkerî yên Korya Bakur anî ziman.

Serokwezîrê Japon Şînzo Abê, daxwaz ji hikûmeta xwe kir ku “xwe ji bo her rewşekê amade bike.”li gor nivîsîngeha wî.

Çînê banga kêmkirina girjiyan kir li herêmê, di demekê de ku wezareta derve rikberiya xwe derbirî li beramber zêdegaviya Pyongyangê ya dijî biryara Neteweyên Yekgirtî.

Çîn tenê hevalbenda mezin a Korya Bakur e, û hevkara sereke ya bazirganiyê ye bo Pyongyangê.

Serokê Rûsya Vladîmîr Putin ku ji bo kombûneke navnetewî serdana Bêjîn dike, xemên xwe li dor berdana mûşekê û bilindkirina girjiyan derbirîn, li gor peyvdarê Kremlin.

XS
SM
MD
LG