Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêrên Sûrî Ji Taxa Qabûnê Tên Derxistin


Medya dewletê û çalakvanên opozisyona Sûriyê dibêjin bi dehan serhildêr û malbatên wan dest bicîhîştina taxa Qabûn kir li bakurê rojavayê Dîmeşqa paytext, û berê xwe da navçeyên bin deste serhildêran li bakurê welêt.

Derketina wan ji Qabûn tê rojekê piştî ku hikûmetê û hevalbendên wê piraniya navçeyê ji destê serhildêran derxist.

Ajansa dewletê ya nûçeyan SANA got bi sedan şervan îro yekşemê li basan siwar bûn û ber bi parêzgeha Idlibê ve çûn. Wê got kesên mayî dikarin sûdê ji lêborîna hikûmetê wergirin û vegerin jiyana normal.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li londonê ye dibêje 20 basan Qabûn bicîhîşt û pêşbîne yên din jî bidin dû wan.

Derketina ji Qabûn tê piştî çend roja ji derketina bi sedan şervan ji taxên Berze û Tişrîn.

XS
SM
MD
LG