Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Helwesta Rûsya Li dor Çekdarkirina Hêzên YPG


Gêlo Îsa û Azad Kobanî
Gêlo Îsa û Azad Kobanî

Serokê Rûsya Vladimir Putin doh Duşemê got Rûsya dibîne ku pêwîstî nîne jibo Kurdên Sûriyê çek bên dayîn jiber ku jêderên din hene çekan didin wan.

Lê, wî di heman demê de got Moskow dê bi berdewamî pêwendiyan ligel Kurdên Sûriyê bike.

Putîn di konferanseke rojnamevanî de li Bêjîn a paytexta Çînê got:

“Wek hin welatên din, em şandina çekan ji hêzên Kurdan re ranagihînin û em bawer nakim ku pêdiviyeke wiha heye.”

Axaftinên Putin tên di demekê de ku ew ligel Tirkiyê û Îranê li ser planekê kar dike jibo avakirina çar herêmên aram li Sûriyê.

Peywendiya Rûsya ligel Kurdên Sûriyê û bi taybetî hêzên wan yên li ser erdê çawa ye?

Hêzên Kurdî çawa dan û standinê bi Rûsya re dikin û li ser asta siyasî Rûsya çiqas pênasînê bi doza Kurdî dike?

Nakokiyên Rûsya û Amerîka li dor Sûriyê çawa li ser Kurdên Sûriyê tên wergerandin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Gêlo Îsa, endamê komîta navendî ya Partiya Demukrat a Kurdî Sûrî ku li Kobaniyê dimîne û Azad Kobanî, endamê berê yê parlemana Sûrî ku li wîlayeta Virginia dimîne.

Jibo guhdarîkirina bernameyê, kerem kin faylê deng vekin

Hest û Helwest 05_16_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:39 0:00

XS
SM
MD
LG