Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bixêrhatîna Erdogan li Koçka Sipî Dike


Piştî heftîyekê ji biryara serokê Amerîka Donald Trump bi pirçekkirina Kurdên Sûrîyê, ew îro bixêrhatina serokomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan li koşka Sipî kir.

Biryare Trump û Erdogan sengîya danûstandinan bixin ser pirsên nakok û herwisan bi dirêjî liser hevkarîya derbarê pirsên Sûrîye biaxivîn.

Amerîka hêzên Kurdan yan YPG'ê bi hêza sereke di şerê dijî DAIŞ'ê dibine ku hêza herî xûrte di şerê azadkirina Raqe da.

Li dema Tirkiye, YPG'ê bi terorîst nav dike jiber têkelîyan wan digel Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ewa b dema dehan salan di şerdaye digel Tirkiyê, heman demê Amerêka wê hevpeyman xwe ya di şerê lidij DAIŞ'ê dibîne.

Serokomarê Tirkiye biryara Amerîka vajî stratîjiya têkelîyên Amerîka û Tirkiyê nav kir. Li heman dem Erdogan di heftîya borî de dabû zanîn ku, seredana wî bo Washington wê bibe despêkeke nû jibo têkiliyên Tirkiyê û Amerîka.

XS
SM
MD
LG