Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dibêje Komandarekî Îranî di Şerê Daiş de Hate Kuştin


Komandarekî mezin nobedarên şoreşvanî yê Îranê di teqînekê de hate kuştin di dema pevçûneka dijî Daiş de li rojhilata Mûsilê, li gor berpirsekî Îraqî ku ji ajansa Associated Press re îro şemiyê got.

General Şaaban Nasîrî ew rawejkarê serokê hêzên Quds Qasim Silêmanî bû. Silêmanî kar dike wek rawêjkarê sereke yê hêzên Heşd el-Şaabî ku sîwanek e piraniya hêzên Şîiî vedihewîne di şerê dijî Daiş de ji sala 2014an ve û piştgiriya hikûmeta Îraqî werdigrin.

Berpirsê Îraqî yê ku nexwest navê xwe diyar bike got Nasîrî roja Înê hate kuştin. Ew komandarê mezinê Îranê yê yekem e ku di şerê Mûsilê de tê kuştin.

Kuştina wî tê di demekê de hêzên Îraqî ji sê aliyan ve berê xwe didin navenda bajarê kevnar ê Mûsilê, li gor daxuyaniyeka komandariya operasyonên Neynewa ya ku çavdêriya şerê Mûsilê dike.

Taxên di bin destê Daiş de êdî li ser dest tên jimartin li derdora navçeya bajarê kenvar, cihê ku jimareka mezin a xelkê sivîl lê dimîne.

Hebûna sivîlan pêşbîne rewşa şer xerabtir bike.

XS
SM
MD
LG