Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komputerên Hin Hêlên Esmanî yên Birêtanya Têk Diçin


Rawestgehên du firokxaneyên sereke li Londonê hatin dagirtin ji rêwiyan piştî têkçûna komputerên wan ku bûn sedema rawestana geştên esmanî li wir.

Yekser piştî têkçûna komputeran îro şemiyê geşt hatin rawestan li firokxaneyên Heathrow û Gatwick.

Hêzên Esmanî yên Birêtanya negot sedema kêşeyê çiye lê got çi belge nînin ku êrîşeke internêtê ye.

Di daxuyaniyekê de xemxuran bang li xelkê kir ku neçin van herdû firokxaneyan.

Ev kêşe rûda di demekê de ku Birêtraniya pêşwaziya pişûyeka giştî dike roja duşemê, ku gelek zarok dest bi bêhnvedana dibistanê ya nîvê salê dikin, û gelekan ji wan li ser Twitter nerazîbûna xwe derbirîn .

Tê zanîn di Tîrmeh û Êlûna sala borî de hêlên esmanî yên Birêtanya rastî kêşeyên wiha bûn û bûn sedema têkçûna systema piştrastkirin û tomarkirina geştên esmanî ji aliyê xelkê ve bi riya internêtê.

XS
SM
MD
LG