Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwekujên Daiş Pêşketinên Hêzên Îraqî li Mûsilê Giran Dikin


Du efserên leşkerî yên Îraqî got pêşketinên hêzên Îraqî li bajarê Mûsilê îro yekşemê rastî sekvan û xwekujên Daiş hatin.

Doh şemiyê hêzên Îraqî bi piştgiriya Amerîka dest bi êrîşeke nû kir ji bo dorpêçkirina navenda bajarê Kevnar ji sê aliyan ve.

Piştî ragihandina êrîşê bi çend demjimêran, hikûmetê got du efserên leşkerî di pevçûnan de hatin kuştin li taxa Şîfai a li ser çemê Dîcle.

Efserên ku nexwestin navên xwe diyar bikin got çekdarên Daiş sekvan, erebeyên bumbekirî û êrîşkerên piyade belav kirin ji bo ragirtina êrîşa hêzên Îraqî.

Wan got hêzên Îraqî nexweşxaneya Ibin Sîna li taxa Şîfai kontrol kir .

Roja înê hêzên Îraqî hin belavok bi ser herêmê de avêtin û tê de hunderiya xelkê sivîl kirin ku bi lez ji wan navçeyan birevin cihên aram, cihê ku hêzên Îraqî dê pêşwaziya wan bikin.

Neteweyên Yekgirtî texmîn dike ku derdora 200 hezar kes renge hewil bidin di van çend rojên bê de ji wan navçeyan derkevin.

XS
SM
MD
LG