Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de li Wîlayeta Oregon Du Kes Tên Kuştin


Jeremy Joseph Christian.
Jeremy Joseph Christian.

Du sernişînên tirênekê li bajarê Portland ê wîlayeta Oregon hatne kuştin û yek birîndar bû piştî ku wan hewl da kesekî rawestînin dema wî bi siloganên nijadperest êrîşî du jinan kir ku yek ji wan bi hijab bû û diyar bû ew misilman in.

Êrîşkerê ku bi kêrê êrîşî sernişînên tirênê kir î niha di girtîxanê de ye. Ew 35 salî ye û bi navê Jeremy Joseph Christian ê Portland tê nasîn.

Berpirsê taybet ê FBI li Oregon Loren Cannon doh şemiyê got:

“Hîn zû ye em bêjin rûdana doh kiryareka terora navxweyî ye an gunehkariyeka kînê ya fedralî ye.”

Christian kêr li her sê kesan xist, yek di cih de kuşt, yekî din di nexweşxanê de mir û yê sêyem jî birînên wî giran in lê metirsî li ser jiyana wî nîne.

Berpirsê polîs Pete Simpson got berî êrîşkirina ser hersê kesan, Christian di tirênê de bi axaftinên nebaş û yekalî behsa gelek babetan dikir berî ku bala xwe bide ser wan herdû jinan.

Herdû jinan tirên bicîhîşt berî gihîştina polîs. Dayîka jinekê ji wan, Dyjuana Hudson, pêwendî li gel polîs kirin û ji wan re got ku Christian digot” Divê Misilman Bimrin", li gor ku keça wê jê re gotibû.

XS
SM
MD
LG