Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Îranê di Encama Agirekî de 37 Kes Birîndar Dibin


Îro şemiyê li parêzgeha Faris a başûrê Îranê agir bi bazarekê ket û di encamê de 37 kes birîndar bûn, li gor tilfizyona fermî ya Îranê.

Ajansa IRIB ragihand ku agirê bajarê Şîraz piştî teqînekê rûda.

Rîza Elîmaneş, serokê rêxistina tengaviyan li parêzgehê, got 15 kes ji birîndaran hatin veguhestin bo nexweşxanê, li gor IRIB.

Ajansa nîv-fermî ya nûçeyan Tesnîm got vekolîn dibin li dor sedema agir.

Serokê beşê agirkuştinê li bajarê Şîraz Mihemed Farûqzad ji tilfizyona dewletê Press TV re got:

“Sedema agir û teqînê xemsarî û pênegiriya bi pêvanên parastinê bû. “

Tê zanîn, di meha Remazanê de, dema xelk rojiyê digrin, navendên bazaran ta demeke dereng vekirî dimînin.

Di meha çelle de, 26 kes di nav de 16 karmendên agirkuştinê jiyana xwe ji dest dan, dema avahiyek li Tehrana paytext hilweşiya di encama agirpêketinekê de .

XS
SM
MD
LG