Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

James Mattis bi Tundî Rexneya Korya Bakur û Çînê Dike


Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis îro şemiyê rexneyên tund li Korya Bakur kirin û ew wek “Metirsiya diyar û raste rast. “bi nav kir.

Wî her wiha rexne li Çînê kir li dor şêweyê wê yê zordar li derya Başûrê Çînê.

Axaftinên wî yên tund ji bo herdû welatan pêşniyar dikin ku ew bawere Çîn dê, ji berjewendiyek taybet, bandorê bide ser Korya Bakur ji bo rawesta programa wê ya navokî û mûşekan.

Di axaftina xwe ya di konferansa ewlekariyê de li Singaporê, Mattis got rêveberiya Trump geşbîne bi pêgiriyên Çînê yên nû li dor karkirina li gel Amerîka û welatên din ji bo nehêştina çekên navokî yên Korya Bakur.

Wî got ew bawere Çîn dê dawiya dawî vê yekê wek berpirsiyarî bibîne bêhtirî nirx û sûd e.

Tê zanîn Çînê rê li cezayên nû yên dijî Korya Bakur girt ku Amerîka roja înê li Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî pêşniyar kiribûn. Lê li gel rêgirtina Çînê, civata ewlekariya bi piranî deng da li dor danîna 15 kes û dezgehên Korya Bakur di lîsta reş de li dor girêdana wan bi pirogramên navokî û mûşekan.

XS
SM
MD
LG