Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kabul di Encama Teqînekê de bi Kêmanî 10 Kes Têne Kuştin


Bi kêmanî 10 kes hatin kuştin li Kabula paytexta Afganistanê dema sê teqînan şûneka sersaxiyê ji xwe re kir armanc. Xelk kombûbûn ji bo sersaxiya kurê Sînatorekî ku di xwepêşadanên roja înê de jiyana xwe ji dest dabû li bajarê Kabul.

Gelek berpirsên hikûmetê û endam parleman, di nav de jî serokê cîbecîkarê Afganistanê Ebdulla Ebdulla li şûna sersaxiya kurdê Sînator Alam Ezadyar amade bûn.

Ev êrîş tê di demekê de ku beşekî mezin ê Kabul hatiye girtin piştî xwepêşandanên doh înê ku îro jî berdewam kirin. Bi kêmanî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan di encama pevçûnan di navbera xwepêşanderên ku daxwaza ewlekariyeka baştir dikin û hêzên parastinê de.

Nerazîbûna giştî bilind bû ji dema teqîna roja çarşemê ve di destpêka meha Remezanê de, ku yek ji êrîşen herî xerab bû ji sala 2001ê ve. Di encama wê êrîşê de 90 kes hatibû kuştin û bêhtirî 450 kes birîndar bû.

Ta niha hîn kesî berpirsiyariya xwe ranegihandiye li dor êrîşên roja çarşemê û her wiha yên şûna sersaxiyê.

XS
SM
MD
LG