Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Londonê Trump Banga Xwe Dubare Dike Bo Qedexekirina Koşberên Şeş Welatên Misilman


Donald Trump
Donald Trump

Sereokê Amerîka Donald Trump dibêje di şerê terorê de divê êdî cîhan bes bêje "bi awayê siyasî duriste" .

Wî di vê derbarê de êrîşa London bi kar anî ji bo dubare banga xwe bo dadgehên Amerîkî ku rê bidin qedexekirina derbasbûna welatiyên şeş welatên Misilman bo Amerîka.

Di komênteke xwe de li ser Twitterê serok Trump soza piştgiriya Birêtanya da, rexne li şaredarê Londonê kir û helwesteke tund li dor şerê terorê da.

Trump îro yekşemê got:

“Divê em êdî bes bi awayî siyasî durist bin û lawaz bin di karê ewlekariya xelkê xwe de. Eger em ne zîrek bin dê rewş hîn xerabtir bibe.“

Wî her wiha henekên xwe kirin bi şaredarê Londonê Sadiq Xan, ku sala borî hate hilbijartin û ew yekem Misilman e serkirdayetiya paytexeteke rojava ya mezin dike.

Trump Di Twitta xwe de got:

“Bi kêmanî 7 kes hatine kuştin û 48 birîndar in di êrîşa terorîst de, û hîn şaredarê Londonê dibêje çi sedem nînin ku em huşdar bin. “

XS
SM
MD
LG