Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc Bergumanên Hewil Didan ji Sûriyê Derabsî Urdun bin Têne Kuştin


Urdun dibêje nobedarên wan ên sînorî 5 berguman kuştin ku hewil didan ji aliyê Sûriyê ve bi kemyonekê û du motorsîklan derbasî Urdunê bin.

Leşkerê Urdunê îro yekşemê di daxuyaniyekê de got ev rûdan li xaleka sînorî bû ku Urdun, Îraq û Sûriyê digihîne hev.

Urdun di huşdariyekê de ye li dor derbasbûna pêşbîn a çekdarên Daiş ên ku ji sala 2014an ve jimarek navçeyên Îraq û Sûriyê di bin destê wan de ne.

Di van mehên dawî de, Urdun xemên xwe derbirîn li dor nêzîkbûna çekdarên Daiş bo Urdun piştî êrîşa berfereh a bi serkirdayetiya Amerîka ku armanca wê têkbirina Daişê ye li herêmê.

Leşkerên Urdun dibêjin di van sê rojên borî de 9 otombîl ji Sûriyê nêzîkî sînorê wan bûn, û noberdarên sînor bi agir li wan vegerand.

XS
SM
MD
LG