Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanekî Alîkariyan Li Sûriyê Tê Gullebarankirin


Gurûpên alîkariyê li Sûriyê îro yekşemê got karwanekî ku alîkarî dirin hin navçeyên dorpêçkirî li Dîmeşqa paytex rastî êrîşekê bû. Di êrîşê de şifêrê rêxistina heyva Spor a Sûrî bi giranî birîndar bû,

Karwanê 37 kemyonên alîkariyê ku bi awakî hevbeş hatibû organîzekirin ji aliyê komîta navnetewî ya Xaça Sor, rêxistina Heyva Sor a Sûrî û Neteweyên Yekgirtî ve, biryar bû derman û xwarinê bigihîne 11 hezar kes li bajarokê Heresta Rojhilat.

Karmendekî alîkariyê û civatateka xwecihî li Heresta Rojhilat got alîkarî hatibûn beravêtin berî ku karwan bê gullebanankirin ji aliyê sekvanekî ve.

Kesê karmend nexwest navê xwe diyar bike ji ber pîvanên qedexekirina axaftinê li gel medya.

Civata ku opozisyon wê birêve dibe, hêzên hikûmetê tawanbar kirin li dor êrîşê lê hikûmetê çi şîrove di vê derbarê de nedan.

XS
SM
MD
LG