Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan alîkarîyê ji Amerîka dixwaze


Wezîrê derve yê Tirkîye dibêje serokwezîrê Tirkîye Receb Tayîb Erdogan dê daxwazê ji serok Bush biket ji bo alîkarîya Amerîka jibo tepeserkirina şerkerên Kurd.

Herdu rêber dê îro li Seraya Sipî kom bibin.

Wezîrê derve Abdullah Gul di hevpeyvînekê de digel kovara Newsweek got welatê wî çaverê diket hevkarîyeke micid ji Welatên Yekgirtîyên Amerîka û Iraqê, di bersînggirtina serhildayên Kurd yên Tirkîye yên ku ji bakûra Iraqê şer dikin.

Wî got rêberên PKK ji Sûrîye çûne bakûra Iraqê ku li wêderê bi gotina wî bêtir bi serbestî diçin û tên.

Gul gote milîtanên Kurdên Tirkîye ku tawanbar kirin got ew çek û kel û pelên leşkerî yên Iraqê dibin û li Tirkîye bi kar tînin. Gul herwiha got eger hevalên wêyî Tirkîye harîkarîyê nekin sebarêt wê rewşê ew dê bixwe karekî bikin.

Karbidestên Amerîka dibêjin danûstendin di nêvbera serok Bush û serokwezîr Erdogan, dê li ser wek bersînggirtina grupên terorîstan, ji wan PKK û pirsa azadîyê li rojhilata naverast bit.

XS
SM
MD
LG