Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên berevanîyê yên Amerîka li Nîkaragua kombûn


Wezîrên karûbarên berevanîyê yên welatên li alîyê rojavaya dinyayê ji bo danûstandinên li pişt deran derbarê xurtkirina hevkarîya leşkerî da li Managuaya paytextê Nikaraguayê kombûn. Eve yêkemîn car e ku ew civîna li her dû salan carekî li welatekî naverasta Amerîka tête kirin.

Serokê Nicaragua Enrique Bolanos li destpêka konferansê ji beşdaran daxwaza damezrandina navendeke navneteweyî kir ji bo pakijkirîna bombên jêrerd li welatê wî yê hêj belingazê şerrê navxweyî.

Rojeva wezîran gefên li dijî welatên wan bûn, ji terorîzmê, ji komên tawankarîya rêkxistî, ji bazirganîya nepenî ya beng û dermanên bêhişkirinê û ji şer û zordarîya komên cerdekar û rêbiran.

Li demê destpêka civînê, karbidestên Pentagonê got Welatên Yêkgirtî yên Amerîka dê bernameyên hînûfêrkirina leşkerî bo 9 welatên li herêmê ji nû ve danêt ji wan Brezîlya, Uruguay, lê Venezuela linav wan nîne.

Heta niha rêveberîya Serok Bush alîkarîya bo bernameyên hînûferkirina leşkerî bi hindê ve girêdabû ku ew welat li pêşîyê rêkkeftinê biken û endamên leşkerê Amerîka ji hukmê dadgeha tawanên navneteweyî dûr bigirin. Çaverê tête kirin ku li nêzîkahîyan bête ragehandin ku Serok Bush rê daye alîkarîya leşkerî ji bo wan welatan.

Mamostayê Zanîngeha Niştimanî ya Şerî ya Amerîka Professor Frank Mora got ji nû ve danana wan bernameyên hînûfêrkirinê dê peywendîyên linav leşkeran xurt biket.

Mamosta Mora got ‘‘Eve derfetê didete leşkerê Amerîka ku ji bo bizavên paşerojê bi leşkerên Amerîka Latîn ra wek xebata aştîparêzîyê li seranserî dinyayê. Hûn dizanin belkû leşkerên Amerîka Latîn ji hemî alîyên dî pêtir di xebata aştîparêzîyê ya Neteweyên Yêkgirtî da beşdar in.

Ji Guatemalayê 218 serbaz ji bo xebata mirovanîyê li Kongo, Heytî, Burundi û welatên dî ne. Serbazên El Salvadorê dinav hêza bi rêberîya Amerîka li Îraqê dane. Professor Mora got bernameyên hînûfêrkirina leşkerî li Amerîka Latîn bi kêrî peywendîyên sîyasî jî tên.

Şarezayê karûbarên leşkerî dibêjît eve bernameyeke girîng e ne bi tenê alîyên parastin û berevanîyê hene, lê her wesa alîyê dîplomatîk jî pêve ye, ku pêra têkilîyan dadinêyn. Ew têne vêre û ew diçine xwendingehê û têne hînûfêrkirin. Û ew têdigehin, ew têkilîyên linav leşker û sîvîlan li Welatên Yêkgirtî dibînin.

Wezîrê Berevanîyê yê Venezuelayê General Raul Baduel roja Duşembî got komkirina hêza leşkerî ya welatê wî li vê dawîyê ji herêmê ra gef nîne, lê welatên hevsînor û Rêkxistîya Dewletên Amerîka alozîya xwe înaye ziman.

XS
SM
MD
LG