Lînkên eksesibilîtî

Li Iraqê bi teqîna sê bombeyan 14 kes hatin kuştin


Karbidestên tenahîya Iraqê dibêjin êrîşeke bi sê bombeyan ku ji xwe re wezîrê Sazkarîyê yê Iraqê kiribûn armanc li başûra Bexda bûne egera kuştina 14 kesan û 70 kesên din jî pê birîndar bûne.

Wezîr Fewzî El Harîrî ji wê êrîşê sax filitî belê sê ji nobetdarên wî hatine kuştin.

Karbidest dibêjin çarşema îro otomobîleke bombebarkirî û du bombeyên li kêleke rê veşartî teqîyane dema ku karwana otomobîlên li du wezîrî ji taxeke ku xelkê wê bi giştî mesîhî ne ji Kamp Sara derbaz dibûn. Bi teqînê zîyan gihîştîye çend avahîyan û gelek otomobîl jî pê pelixîne.

Di vê navê de peyivdarekî leşkerê Amerîka li Iraqê General William Caldwell dibêje karbidestên Iraqê li Bexda hemu karmendên beşeke polîsan ji kar derxistine li dû îddîayeke ku gotine ew têkilî milîsan bûne. Peyivdar dibêje ku wê ew polîs dîsa bêne talîm kirin.

Di nav van çar rojên buhurî de bi kêmîve 17 serbazên di nav hêza Amerîkî de hatine kuştin.


XS
SM
MD
LG